Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê Pêwendiyên PDKê: Dorpêça ser Kurdistanê hat şikestin..Pêwendiyên Kurdistanê pir baş bûne

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, niha Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên dîplomatîk pir baş in û ew dorpêça ku Bexda avêtibû ser Kurdistanê me karî bişkînin.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema şandên navdewletî û Iraqî serdana Herêma Kurdistanê dikin, xuya dibe ku pêwendiyên Kurdistanê ligel civaka navdewletî pir baş in, nexasim jî ligel welatên Amerîka û Ewropa û Çîn û Rûsya. Berê jî pêwendiyên me ligel wan welatan baş bûn, lê piştî referandumê hinekî pêwendiyên me sar bibûn, lê me karî paşê dîsa pêwendiyên xwe wek berê bikin û bihêztir jê bikin.”

Sîweylî diyar dike ku Bexda dixwest konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê nemînin û ji Kurdistanê vekşin, lê ew yek ji Bexda re neçû serî û konsulxane li Hewlêrê man, ew jî bi hewlên Hikûmeta Kurdistanê, ku kar li ser baştirkirina pêwendiyên Kurdistanê ligel derve dikir.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Bexda dorpêça dîplomatîk avêtibû ser Herêma Kurdistanê, lê Kurdan karî wê dorpêçê bişkînin. Bexda hemû hewlên xwe da ku nehêle berpirsên welatan serdana Kurdistanê bikin û berpirsên Kurdistanê jî nikaribin serdana serve bikin, lê paşê bi hewlên Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî me karî wan dorpêçên dîplomatîk bişkînin.”

Hoşyar Sîweylî wiha got: “Niha pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdistanê di asteke pir baş de ne û dê bi ew pêwendî baştir û berfirehtir jî bibin. Amerîka konsulxaneyeke mezin li Hewlêrê vedike û Çîn jî dixwaze li nêzîkî wê konsulxaneya xwe veke. Nêçîrvan Barzanî serdana welatan dike û bi germî pêşwazî li wî tê kirin, ku ev hemû tişt gotina min piştrast dikin ku çiqasî pêwendiyên me pêş ketine.”