Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Rojên zehmet derbas dibin, siberojeke ronahî û geştir li pêşiya me ye

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku piştî dorpêç û sizakirinên li ser Herêma Kurdistanê rojên zor û zehmet derbas bûne û diyar kir, ku niha siberojeke ronahî û geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Barzanî îro li Hewlêrê beşdarî merasîma vekirina “Navenda Perwerde û Pêşxistinê ya Wezareta Elektrîkê” bû û gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî di destpêka axaftina xwe de spasiya hikûmeta Japonyayê kir, ku di çarçoveya denynên ji bo Iraqê de li Herêma Kurdistanê alîkarî daye çêkirina vê projeyê û got: “Ev ne yekemîn car e hikûmeta Japonyayê û Ajansa JICA hevkariya Herêma Kurdistanê dikin. Weke hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê hezkirin û rêzdariya me li hember dostanî, kar û bernameyên Japonyayê yên li Herêma Kurdistanê heye.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, ku bi tevê hemû zehmetiyan jî hertim hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çaksaziyan îrade nîşan daye û pêvajoya çaksaziyan jî di hemû waran de berdewam dike. Herwiha anî ziman ku vekirina vê navendê jî ji bo pêşxistina şiyanên mirovî, pîşeyî û zanistî yên karmendên Wezareta Elektrîkê ye û beşek e ji karên çaksaziyê.

Nêçîrvan Barzanî got: “Ev rewşa ku zêdetirî 4 salan e di ser Herêma Kurdistanê de hatiye sepandin, birîna bûdceyê, şerê DAIŞê, hatina nêzîkî 2 milyon koçber û penaberan bo Herêma Kurdistanê, daketina nirxê petrolê, bi tevê kêşeyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê, tev de bûne li hember plan û bernameyên xizmetguzariyê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bûne asteng. Lê bi tevê vê yekê jî daxwaza hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşkeftin û jiyaneke baştir weke xwe maye. Piştî alozî û bûyerên dawiya sala borî, gelek hewldan hebûn da ku Herêma Kurdistanê were dorpêçkirin û heta hewla jêbirinê jî hate kirin. Lê Herêma Kurdistanê bi xweragiriya gelê xwe û bi hewldanên berdewamî yên hikûmetê, rûbirûyê hemû zehmetî û metirsiyan bû, cih û pêgeha xwe li ser asta Iraqê, navçeyê û cîhanê jî wergirt.”

Di berdewama axaftina xwe de Serokwezîr Barzanî diyar kir; “Rojên zehmet derbas dibin û berbangeke ronahî û paşerojeke geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye. Bi berxwedêriya Kurdistaniyan û bi kar û hewldanên bênavber ên hikûmetê ji bo çaksaziyan, em ber bi jiyanake baştir pêngav diavêjin.”

Nêçîrvan Barzanî bang li aliyên Kurdistanî kir, ku yekgirtî bin û bi bernameyeke hevpar beşdarî guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bibin û got: “Armanca me ye sereke jî pêkanîna şêrîkatiyeke rastîn e li Iraqê û misogerkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ne.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya axaftina xwe de pêşmergeyên di operasyonên dawîn de şehîd bûne jî bi rêzdarî bibîr anî û hêviya başbûnê ji pêşmergeyên birîndar re xwest.

Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê ragihand, ku Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorê amade ye li gel Iraqê hemahengiyê bike û di vê çareçoveyê de daxwaz kir, ku alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ujî berdewam bin.