Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hozanvana Amazîxî: Pêwîst e Kurdistan bibe mînakek ji hemû navçeyê re

Hewlêr-KDP.info- Ew hozanvana Amazîxî ya ku li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê li welatê xwe ketibû zindanê, serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

Li Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Siweylî Berpirsê Pêwendiyên PDKê pêşwazî li hozanvan û nivîskara Amazîxî xanim Melîka Mezan kir û li ser çend mijaran axivîn.

Hoşyar Siweylî bi serdanekê û li ser vexwendina Parlamentoya Kurdistanê hatiye Hewlêrê, ji ber piştgiriya wê ya mezin ji bo gelê Kurd. Ev hozanvana amazîxî pir dosta gelê Kurd e û li ser piştgiriya wê ji referanduma serxwebûna Kurdistanê li welatê Mexrib hatiye girtin û gelekî di zindanê de maye, herwiha erebên şofînî gelek gef lê kirine.

Xanim Melîka Mezan bi cilên Kurdî serdana ofîsa pêwendiyên PDKê kir û got: “Ez pir kêfxweş im bi serdana Kurdistanê û xewna min a mezin bi vê serdanê bicîh hat. Ez dilxweş im ku çavê min bi dîtina vî gelê mezin û qehreman ku berdewam ji bo azadiyê xebatê dike, şa bû.”

Melîka Mezan wiha domand: “Gelê Kurdistanê pir dilfireh e û di qonaxên xebata xwe de ku çiqasî karesat û zilm û kîmyabaran dîtiye, lê qet hizir nekiriye ku heyfa xwe hilîne. Gelê Kurd piştî wan hemû jenosîd û wêrankirina mala wî, lê hêj rehm di dilê wî de heye, ku ev yek nîşan dide ku çiqasî gelê Kurd xwedî hestên mirovatiyê ye.”

Wî hozanvana Amazîxî wiha got: “Aştî û kiltura pêkvejiyanê di navbera ol û mezheb û neteweyên Kurdistanê de cihê şanaziyê ye û pêwîst e ev tişta ku li Kurdistanê heye bibe mînakek ji gel û hikûmetên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqya re.”