Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Iraq di qonaxeke metirsîdar de ye û dê rewş xerabtir jî bibe”

 

Bexda-KDP.info- Parlamentera PDKê ya berê di Parlamentoya Iraqê de Neda Mêrgesorî dibêje, Iraqê di qonaxeke metirsîdar re derbas dibe, lewma jî eger hikûmeta nû ya Iraqê nêzîk pêk neyê dê rewş xerabtir jî bibe.

Neda Mêrgesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew ewşa Iraqê piştî hilbijartinan pir hatiye guhertin û niha Iraq di qonaxeke pir metirsîdar de derbas dibe, nexasim ku niha Şîe bi xwe neyek in. Herwiha piştî sala 2014ê tifaq û şirîkatî li Iraqê nemaye. Eger hikûmeta nû ya Iraqê zû neyê pêkanîn dê rewş xerabtir jî bibe. Herwiha pêwîst e ew hikûmet a hemû pêkhateyan be û bi çavekî li hemû kesan binere, eger ew yek jî pêk neyê dê rewşa Iraqê pir xerabtir bibe.”

Mêrgesorî wiha got: “Ji 1ê meha 7an ve valahiyeke yasayî li Iraqê çêbûye û gerek xula nû ya parlamentoyê dest bi karê xwe kirba. Pêkanaîna hikûmeta nû dê dirêj bike û ev yek bandoreke xerab li ser proseya siyasî û rewşa Iraqê dike.