Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Deselata dagîrker a Kerkûkê Kurdan ji gundê wan derdixe..Dixwazin Kurdan li Kerkûkê nehêlin

 

Kerkûk-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, di çarçoveya bi erebkirina Kerkûkê, îdareya Kerkûkê dixwaze bi zorê û bi gefan Kurdan ji gundên wan derbixin.

Bi hênceta zêderoyêyê, îdareya Kerkûkê daxwaz ji xelkê gundên Hencîre, Çoplîce û Bacwane kiriye ku ji malê xwe derkevin ji bo ku xaniyên wan bên xerakirin, ji ber ku ew erd mulkê şîrketa Petrola Bakur , lê heta niha xelkê wan gundan dibêjin em ji gund û malê xwe dernakevin.

Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Proseya bi erebkirina Kerkûkê berdewam e û her car û di bin navekî de wî karî dikin. Niha îdareya Kerkûkê daxwaz ji xelkê wan hersê gundan kiriye ku ji mal û gundê xwe derkevin, ku ew biryar di çarçoveya bi erebkirinê de ye. Dixwazin Kurdan li Kerkûkê nehêlin û piştre Ereban li şûna wan bicîh bikin. Bi hemû awayan şerê Kurdan dikin li Kerkûkê.”

Husên wiha got: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê dixwazin bi zorê û gefan xelkê wan hersê gundan ji malê wan derxînin, lê heta niha ew dibêjin em ji malê xwe dernakevin, lê di dawiyê de dê derkevin ji ber ku kes tune ye ku parastina wan bike.”