Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Civîna me ligel Serokwezîrê Holanda serkeftî bû

Holanda-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemî di çarçoveya serdaneke fermî de gihişte bajarê Lahay a Holandayê û li gel serokwezîrê wî welatî Mark Rutte hevdîtinek pêk anî. Nêçîrvan Barzanî piştî civînê jî got: “Me civîneke baş ligel Serokwezîrê Holandayê encam da û me tekezî li ser wê yekê kir, ku di paşerojê de pêwnediyên navbera xwe bi pêş bixin.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro gihişte ofîsa Serokwezîriya Holandayê û ji aliyê serokwezîrê wî welatî Mark Rutte ve hate pêşwazîkirin. Her du serokwezîr piştî merasîma pêşwaziyê û silava protokolî, bi hev re civiyan.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re axivî û got: “Civîna ligel Serokwezîrê Holandayê baş bû, di vê civînê de me spasiya Holandayê kir, jibo wan hemû hevkariyên, ku hem di şerê DAIŞê de û hem jî wan alîkariyên ku bo pêşmerge kirine. Me spasiya wan jî kir, bo rola wan di alîkarîkirina awareyên Sûriyê û ewên ku ji cihên din ên Iraqê ve hatine Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir: “Me tekezî li ser wê yekê kir, ku em di pêşerojê de pêwnediyên navbera xwe bi pêş bixin di hemû warî de, bi taybetî di aliyê aborî de û tekezî li ser wê yekê hat kirin. Bi şêweyekê giştî civîneke baş hat kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rojek berî serdana Holandayê, li ser vexwandina fermî ya Serokê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan bo beşdarbûna di merasîma sondxwarina yasayî ya wî de, serdana Tirkiyê kiribû.

Derbarê serdana xwe ya bo Tirkiyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: “Bêguman piştî bûyerên sala par, bi şêweyeke fermî ev yekemîn car e ku ez serdana Tirkiyê bikim, ez hizir dikim ku gelek bi başî birêve çû û em di vê baweriyê de ne, ku serdana me bo Tirkiyê, destpêkeke din a nû ye di mijara pêwendiya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de.”