Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokwezîrê Holandayê: Em amade ne hêj alîkariya Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte civiyan û di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Holanda got ku ji bo jinavbirina metirsiya terorê û ji bo proseya çaksazî û reforma Wezareta Pêşmerge ew ji bo alîkariyê amade ne.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro gihişte ofîsa Serokwezîriya Holandayê û ji aliyê serokwezîrê wî welatî Mark Rutte ve hate pêşwazîkirin.

Di wê hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Holanda kir û amaje kir bi alîkariyên Holanda yên bo gelê Kurdistanê di dema rêjîma Sedam de, ku gelek penaberên Kurdistanê berê xwe dan Holenda û Holanda pêşwazî li wan kir. Herwiha Holanda di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de alîkariya Kurdistanê kir li dijî DAIŞê û hêj li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî bo Herêma Kurdistanê. Herwiha Nêçîrvan Barzanî serdana dawî ya Wezîrê Bazirganiyê yê Holanda bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Holanda kir li ser serdanên berpirsên Holanda bo Herêma Kurdistanê di demên zehmet û dijwar de ku piştevaneke mezin bûne bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî got ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo her alîkariyekê ligel Hikûmeta Holanda amade ye û hêvî xwest ku Kurdistan bikaribe ji hemû aliyan ve sûdê ji ezmûna Holanda bibîne, nexasim jî ji aliyê çandiniyê ve.

Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû kir û got ku girîng e aliyên Kurdistanî di wê hikûmetê de rolê bibînin. Herwiha tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ji çareserkirina pirsgirêkên xwe re ligel Bexdayê bi rêya diyalogê û li gorî destûr.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Holanda kêfxweşiya xwe bi serdana Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re nîşan da û amaje bi pêwendiyên xwe ligel kurdistanê kir û got ku ew kêfxweş in bi pêşkeftina wan pêwendiyan û hêvî kir ku têkeliyên wan bihêztir bibin.

Serokwezîrê Holanda mêrxasiya Hêzên Pêşmerge li hemberî DAIŞê û parastina hemû pêkhateyan ji metirsiyên terorê û hewandina hejmareke mezin ji koçber û penaberan ji aliyê xelk û Hikûmeta Kurdistanê ve, bilind nirxand.

Herwiha Serokwezîrê Holanda tekez kir ku ji bo jinavbirina metirsiya terorê û ji bo proseya çaksazî û reforma Wezareta Pêşmerge ew ji bo alîkariyê amade ne.