Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Mcgurk li ser hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de rewşa Iraqê û avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.
Îro Dûşema 09.07.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Grûs Konsolê Amerîka li Hewlêr.
Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya navçeyê û her wiha rewşa Sûriye û nîgeraniyên di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî ya Sûriyê xisterû.

Rewşa siyasî ya Iraqê ya li piştî hilbijartinê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku bi navê dûbare nebûna şaşiyên berê û gihîştina bi şeraketa rasteqîne pêwîst e hevpeymaniyekî hemû aliyane li ser bingehên şeraket û tewafuq û hevsengiyê bi hemû naverokên xwe ve bê dirust kirin û mekanîzm û bana demkî jî ji bo bicîhkirina wan sê prensîpan bê danîn bo ku hemû pêkhat hest bi wê yekê bikin ku li proseya siyasiya Iraqê da şirîkin û her li bin ronahiya wan sê prensîpan da jî hikûmet bê pêkanîn.

Li beşekî dinê vê civînê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ragihand ku welatê wan berdewam dibê li alîlariya Iraqê û Herêma Kurdistanê û tekez kir ku derfeteke zêde ji bo karê hevbeş heye bi navê pêkanîna aramî û baweriyê.