Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Artêşa Iraqê ji Şingal û sînorê Sûriyê vekişya û radestî Heşda Şeibî kirin

 

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji nava artêşa Iraqê ragihand ku ew hêzên artêşa Iraqê yên ku hatibûn Şingal û sînorê Sûriyê ji deverê vekişyane.

Efser ji artêşa Iraqê Sedo Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêzên artêşa Iraqê yên ku hatibûn Şingal û sînorê Sûriyê hemû vekişyane û ew navçe radestî Heşda Şeibî û zêrevanên sînor hatine kirin.”

Wî efserî wiha got: “90 otomobîlên mezin ên leşkerî ku ser bi artêşa Iraqê ve ne ji sînorê Iraq û Sûriyê vekişyane û ber bi navenda Kendî ya Mûsilê ve çûne û navçe bo Heşda Şeibî hatine kirin.”

Ev pêngava artêşa Iraqê di demekê de ye ku hêz û şêwirmendên Amerîka li nêzîkî Şingalê navendeke leşkerî vedikin û çavdêr dibêjin armana Amerîka ew e ku rêgiriya li Heşda Şeibî bigre û hêza welatên navçeyê li Şingalê zêde nebe.