Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şelal Gedo: Bê çareserkirina pirsa Kurdî kirîza Sûriyê çareser nabe

 

Sûriye-KDP.info- Endamekî Kurd di opozisyona Sûriyê de dibêje, hewl ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê berdewam in, lê bê çareserkirina pirsa Kurdî kirîza Sûriyê çareser nabe.

Endamê Desteya Danûstandin a Opozisyona Sûriyê Şelal Gedo ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû hewlên navdewletî bi rêyên dîplomatîk bo çareserkirina kirîza Sûriyê berdewam in û welatên mezin jî her yek û li gorê berjewendiyên xwe kar dike, ji ber niha çarenivîsa Sûriyê ne di destê xelkê Sûriyê de ye û bûye pirsekî cîhanî.”

Gedo wiha got: “Di hemû kongre û civînekê de em wek nûnerê ENKSê di opozisyonê de em behsa rewşa Sûriyê bi giştî û pirsa Kurdî û rewşa Efrînê bi taybetî dikin, ji ber ku ev pirs li cem me pirsên herî li pêşî ne.”

Şelal Gedo wiha domand: “Bê çareserkirina pirsa Kurdî kirîza Sûriyê çareser nabe, ku divê di serî de pirsa Kurdan çareser bibe û mafê me di destûra Sûriyê bicîh bibe.”