Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Hêzên Iraqê navçeyên Kurdistanî ji DAIŞê re vala dikin”

Zumar-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Zumar dibêje, tevî ku tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî zêde bûye, lê hêzên Iraqê ji wan navçeyan vedikşin û li wir valahiyeke ewlehî çêbûye.

Dema nû DAIŞ hat navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, hêzên Iraqê ji wan navçeyan reviyan û ew navçe radestî DAIŞê kirin. Piştre Hêzên Pêşmerge bi xwîna şehîdan ew navçe rizgar kirin. Lê piştî 16ê Cotmeha 2017ê, careke din hikûmeta Iraqê hêzên xwe û milîsên Heşda Şeibî bi tankan êrişî wan navçeyan kirin û ew navçe dagîr kirin. Niha cardin terorîstên DAIŞê li wan navçeyan bihêz bûne û gefan li Kurdan dikin, hêzên Iraqê jî nikarin wan navçeyên Kurdistanê biparêzin.

Hesen Xelo Berpirsê Şaxa PDKê li nahiyeya Zûmar a bakurê rojavayê Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Iraqê ev hefteyek e ku ji sînorên Eyinzale û Bedriye û gundê Hemed Axa û navenda Zumar û Rebîe vedikşin û tenê hêzeke wan a biçûk li wir maye. Niha metirsiyeke mezin li ser wê navçeyê heye ji ber ku careke din DAIŞ li navçeyê derketiye.”

Xelo wiha got: “Terorîstên DAIŞê berdewam xalên xwe yên kontrolê li nêzîkî gundan datînin û karên terorîstî dikin. Çûne ser gundê Bexele yê rojavayê Zumar û endamên encumena wî gundî û 3 welatiyên din kuştine û serê wan jê kirine, herwiha 2 otomobîl bombe kirine, ku dema hêzên Iraqê çûne nava gund ew otomobîl bi wan de teqiyane û di encamê de 6 leşkerên wan birîndar bûne û niha valahiyeke ewlehî mezin li wir çêbûye.”

Wî berpirsê PDKê li Zumar ragihand: “Hêzên Iraqê vedikşin ji ber ku pir lawz in û ditirsin wek sala 2014ê DAIŞ êrişî wan bike, lewma xwe li cihekî kom kirine û nikarin navçeyê biparêzin. Herwiha tevgera DAIŞê pir zêde bûye û beriya çend rojan hêzên Iraqê di nava xendeqekê de 20 çekdarên DAIŞê girtin û hejmarek jî reviyan, lê hejmara wan zêde ye û roj bo roj zêdetir jî dibe.”