Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Ferizkirina leşkerî û zordarî li ser navçeyên Kurdistanî nayê qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de got pêwîst e çanda pêşmergayetiyê di nava ciwanan de bê geşkirin, ku çanda fîdekarî û dilsoziya welat e.

Îro 8-7-2018 Serok Barzanî li Selahedînê ligel Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê civiya û di civînê de şanda Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe û hewldan bo çareserkirina kêşeyên ciwanan li Kurdistanê de kir û behsa wê yekê jî kir ku dest kirine bi amadekar ji bo lidarxistina kongreya xwe.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî spasiya Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê û tevahiya endamên yekîtiya han kir û hêviya serkeftinê bo wan xwest û behsa rola girîng a yekîtiya han di nava qonaxên cuda cuda yên tevgera azadîxwaz a Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rola jinan di nava jiyana siyasî,çandî, civakî û daxwaz kir di kongreya wan de pêgeha jinan were bihêztir kirin.

Serok Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa erkê herî girîng ya ciwanan kir ku ev jî bihêztir kirina hişiyariya netewiye û got: “Pêwîst e ciwan li hember çanda ku dixwaze nirxên civakê bê wate bike û ciwanên Kurdistanê ber bi bêomîdiyê ve dibe û wan ji azadîxwazî û nîştimanperweriyê dûr dixe, rawestin.”

Serok Barzanî wiha domand: “Pêwîst e çanda pêşmergayetiyê di nava ciwanan de bê geşkirin, ku çanda fîdekarî û dilsoziya welat e.”

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de amaje bi qonaxa beriya referandumê û piştî referandumê û anî ziman ku ferizkirina siyasî, leşkerî û zordarî li Kerkûk û deverên din ên Kurdistanî nayê qebûlkirin û pêwîst e bi dawî bibe.