Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Fransa guvaş li Ewropa kir ji bo biryara li dijî Heşda Şeibî”

Fransa-KDP.info- Roja Pêncşema borî, Parlamentoya Yekîtiya Ewropa projebiryarek pesend kir û tê de daxwaza hilweşandina girûpên Heşda Şeibî li Iraqê kir. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje, Fransa rolek mezin dît di derxistina wê biryarê de û ji zû de daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike.

Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her ji serî de Fransa daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike, ji ber ku erkê wan girûpên Heşda Şeibî bidawî bûye, ku şerê terorîstên DAIŞê bû. Dema Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Parîs kir wê demê berpirsê Fransa gotin ku pêwîst e hemû hêzên û milîsên mîna Heşda Şeibî bên hilweşandin.”

Dolemerî wiha domand: “Ewropa ligel rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û ji bo vê yekê jî daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike. Fransa rolek mezin dît di derxistina wê biryarê de û ji zû de daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike.”