Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Pêwîst e Kurd bi merc di hikûmeta Iraqê de beşdar bin”

 

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî dibêjin, hatina şandên Iraqî bo Hewlêrê ji bo 2 mebestan e, ew jî avakirina hevpeymaniyekê û normalkirina pêwendiyên ligel Kurdan e, lewma jî pêwîst e Kurd bi merca hebûna hevbeşî û hevsengî û tifaqê beşdar bin di hikûmeta nû ya Iraqê.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmartina dengan bi destan ti guhertineke mezin li ser encamên hilbijartinan nake. Li Iraqê jî ew alî biser ketine ku xwedî hêz û milîs in, lewma jî pir zehmet e ku encam bên guhertin. Bêguman rewş xerabtir dibe û ti bêşbînî tune ne ku rewşa Iraqê beş bibe û dê avakirina hikûmeta nû hêj dirêj bibe.”

Osman wiha got: “Pêwîst e Kurd di vê rewşa Iraqê de di serî de yekgirtî bin û berjewendiya xwe bidin ber çavê xwe û nêzîkî wan aliyan bibin ku mafê gelê Kurdistanê nas bike. Pêwîst e Kurd nêzîkî wan aliyan bibin ku hevbeşî û hevsengî û tifaqê nas dikin, ku ev hersê pîvan bibin mercên Kurdan. Ji ber ku eger ev 3 merc pêk werin dê mafê Kurdistanê bicîh werin.”

Ji aliyê xwe ve, çavdêrê siyasî Dr. Ebdulhekîm Xesro ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina wan şandên Iraqê bo Herêma Kurdistanê ji bo 2 mebestan e, avakirina hevpeymaniyekê û bihêzkirina pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî Dewleta Qanûn dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdan bihêz bike.”

Dr. Ebdulhekîm Xesro wiha got: “Şîe bi hemû awayekî hewl didin ku deselat di destê wan de be, lewma jî hewlên xwe zêde kirine ji bo razîkirina Kurd û Suneyan, ji ber ku bê Kurd û Suneyan hikûmeta Iraqê pêk nayê. Pêwîst e Kurd bi merc di hikûmeta Iraqê de beşdar bin, ew jî hebûna tifat û hevsengî û wekhevî li Iraqê be.”