Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerkûk- Erdê bi hezaran cotyarên Kurd dagîr kirine

 

Kerkûk-KDP.info- Proseya dagîrkirina erdên Kurdan li parêzgeha Kerkûkê berdewam e û Rêveberê Giştî Çandiniya Kerkûkê Mehdî Mubarek dibêje, bi hezaran erdê Kurdan hatine dagîrkirin. Li gorî pilana herî dawî dê erdê zêdetirî 5 hezar Kurd ji wan bê stendin û bi ser Ereban de bê parvekirin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê û Hedşa Şeibî ve, êdî proseya bi erebkirina Kerkûkê destpê kir û erdê Kurdan ji wan hatiye stendin û Ereb li wan hatine bicîhkirin.

Rêveberê Giştî Çandiniya Kerkûkê Mehdî Mubarek ji malpera KDP.info re ragihand: “Proseya bi erebkirinê li Kerkûkê berdewam e, nexasim jî li ser erdên ku tên çandinî. Hikûmeta Iraqê hewl dide ku erdê Kurdan ji wan bistîne û bide Ereban û ev yek berûvajî destûrê Iraqê ye.”

Di dema rêjîma Sedam de, Ereb li ser gund û erd û malên Kurdan li Kerkûkê hatin bicîhkirin, lê piştî rûxandina wê rêjîmê, ew Ereb hatin tawîz û qerebûkirin û hatin vegerandin bo cihên wan ên resen. Lê piştî dagîrkirina Kerkûkê ji par, careke din ew Ereb bi alîkariya hikûmeta Iraqê vegeriyane ser erdê Kurdan.

Mehdî Mubarek wiha got: “Li gorî hikûmeta Iraqê ew Erebên ku hatine ser erdê Kurdan pêwîst e li ser erdê Kurdan bimînin û ev yek jî bi erebkirina Kerkûkê ye. Bi erebkirina Kerkûkê û dagîrkirina erdên wan pirsgirêkan mezintir dike û ew pirsgirêk siyasî ye. Li gorî pilana herî dawî dê erdê zêdetirî 5 hezar Kurd ji wan bê stendin û bi ser Ereban de bê parvekirin.”