Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Pêwîst e hilbijartinên Kurdistanê di dema xwe de birêve biçin

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê ragehand, partiya wan ji hemû partiyekê zêdetir mafê xwe heye ku namzedê serokkomarê Iraqê diyar bike û mayîna wî erkî li gel partiyekê bo çend salan, ‘’Nayê wê wateyê ku ew erk êdî yê wan e.’’

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed di civîneke çapemeniya ya piştî civîna rêveberiya PDKê de ragehand, di civîna rêveberiya PDKê de guftûgo derbarê rewşa Iraqê ya naha û helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê, peyvendiyên li gel welatên cîran, babeta helbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku wekî pêwîstiyek hatine behs kirin û herwaha hatiye teqez kirin ku pêwîste helbijartin di dema xwe de bên kirin. Dervey babetên navxweyî yên PDKê ku piştî helbijartinên parlamentoya Iraqê lijneyek taybet a PDKê pêwîst dîtibû ku hin guhertin bên kirin û di civîna me ya rêveberiyê de valatiya di polîtburoyê de heyî hate tejî kirin û Arif Teyfûr wek endamê polîtburoyê hate helbijartin.’’

Herwaha got, pêwîste guftûgoyên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de li ser bingehê şirîkî, lihevkirin û hewsengiyê bên pêkanîn. Got jî: ‘’Di civîna me de li gel YNKê em geheştin rêkeftinê ku lijneyek hevbeş a PDKê û YNKê pêkbê ku guftûgo li gel Bexda em bikin. PDK û YNKê li gel yek guftûgoyê dê bikin û li gor wê bernameyekê dê amade bikin. Berî helbijartinê me hewldaneke zêde da û piştî temambûna proseyê jî me hewl da, gelek aliyên ku wek pêwîstbûn kursî bidest nexistin ne amade bûn li gel PDKê û YNKê rûnên û derbarê çawa çûna Bexda de guftûgoyê bikin. Ev yek ne di berjewendiya wan bixwe de ye, ne jî di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye jî.’’

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de jî got, ti vetoya wan li ser ti kesê tineye û ev yek berê jî ragehandine. Lê babeta serokkomariya Iraqê ‘’Me berê jî gotiye, pêwîste derbarê vê erkê de guftûgo bê kirin. Eger heta naha di destê aliyekê de bûye, ev nayê wê wateyê ku dê her di destê wan de be. Pêwîste em guftûgo bikin. Vê carê PDK li hemû aliyan zêdetir mafê xwe heye namzedê serokkomar diyar bike.’’