Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlementoya Ewropa daxwaza hilweşandina Heşda ŞeibĂ® dike

 

Ajans-KDP.info- Parlementoya Ewropayê daxwaza asayîkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û herwiha daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewroyaê Dilawer Ajgeyî ragihand ku Parlementoya Ewropayê projebiryarek pesend kir û daxwaz dike ku pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bêne asayîkirin. Parlementoya Ewropayê daxwaza cîbicîkirina destûra Iraqê dike, bi taybetî kêşeya samanên siruştî.

Dilawer Ajgeyî da zanîn ku Parlementoya Ewropayê daxwaz kiriye ku tabetî pirsgirêka samanên siruştî bê çarserkirin û got: “Di pêşniyarê de tê gotin ku divê rayedarên Iraqê daha çavkaniyên sitruştî bo xizmetguzariyên civakî xerc bikin û sûde bide tevahiya pêkhateyên Iraqê.”

Parlementoya Ewropayê herwiha bangî civaka navnetewî û Yekîtiya Ewropyê dike ku alîkariya tevahiya pêkhate, ol û baweriyên li Iraqê bikin.
Herwiha Parlementoya Ewropayê daxwazê dike ku herêmên pêkhate lê dimînin bêne parastin û bihêzkirinê desthilatdariya xwerêveberiyê û li navçeyên wek Şingal û Deşta Neynewa ku çend pêkheteyên ciyawaz bi hev re dijîn di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de bêne bihêzkirin.

Herwiha Parlementoya Ewropayê dibêje divê rêveberiya Iraqê, taybetî li herêmên ku Kurd, Xiristiyan û Kurdên Êzidî neçarmane birevin vegera wan asan bike û wan biparêzin.
Di projebiryarê tê de tê xwestin ku peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bila bêne asayikirin dibêje ku divê Heşda Şeibî jî bê hilweşandin.