Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“PDK û YNK lihev kirine û dixwazin bereyeke Kurdistanî ava bikin”

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên PDKê Elî Husên dibêje, PDK û YNKê lihev kirine ku li Bexdayê yek bin û bêhev ti biryarê nedin. Herwiha Elî Husên tekez dike ku ew dixwazin bereyeke Kurdistanî ji hemû aliyên siyasî ava bikin.

PDK beriya hilbijartinan û niha jî daxwaz dike ku Kurd bi hevgirtî biçin Bexdayê û ji bo vê mebestê jî çendîn civîn di navbera PDK û YNKê de hatine lidarxistin û herdû alî li ser yekîtiyê lihev kirine, herwiha daxwaz ji aliyên din ên Kurdistanê kirine ku ew jî ligel wan di vê yekîtiyê de beşdar bin.

Elî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek PDKê ji serî de li yekîtiya aliyên Kurdistanî digerin. Em û YNKê li Kurdistanê şirîk in û me biryar daye ku em bê hev neçin Bexdayê û ti biryarekê nedin. Me û YNKê lihev kiriye ku em bê hev ti rêkeftinekê li Bexdayê girê nedin û hevahengî di navbera me de berdewam e. Em hewl didin ku aliyên din ên Kurdistanî ligel me bin û em bi yekgirtî biçin Bexdayê, ji bo vê yekê jî em hewl didin ku bereyeke Kurdistanî ava bikin.”

Derbarê mercên PDKê ji aliyên Iraqê ji bo beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de, Elî Husên wiha got: “Em ne li dijî ti kes û aliyekî ye. 3 mercên me hene ku pêwîst e hikûmeta Iraqê pêbendî wan bibe, ku ew jî tifaq û şirîkatî û hevsengî ye li Iraqê. Niha çend aliyên Iraqê amade ne li ser bingeha van mercan gotûbêjan ligel me bikin.”