Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Mercên me cîbicî bikin emê pirsgirêkên Iraqê çareser bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Japonyayê li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de got, eger Bexda hersê pîvanên tifaq û şirîkatî û hevsengiyê li Iraqê cîbicî bike, wê demê emê alîkariya proseya siyasî bikin û emê alîkariya çareserkirina girift û pirsgirêkan bikin.
Îro Pênçşema 05.07.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Fomio Iwan Balyozê Japonyayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku Katsûmî Moriyamo Konsolê Japon li Hewlêrê amade bû, Balyozê Japon li Iraqê spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkar bûne di dema karkirina wî ya wekî Balyozê Japonyayê.

Balyozê Japonyayê li Iraqê ku dawî li erk û karên wî yê li Iraqê da hatiye hêviya berdewamiya peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê xwe xwest. Her wiha bi kurtî li çalakiya kompanyayên Japon li kerta kehrebe û avê li Herêma Kurdistanê xisterû.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Japonya xwest û pêzanînên xwe hebû ji bo rola welatê Japon li Iraqê û cîhanê û hêviya bihêztirbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Japonya xwest.

Rewşa siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Balyozê Japonya nîgeraniyên xwe û welatê xwe li ser proseya siyasiya Iraqê li qonaxa pêş de bi Serok Barzanî gihand.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku eger prensîpên şeraket li desthilata bi cîhkirinê û tewafuq li yasadanan û hevsengî li damezrandinan de ber çav bikin Herêma Kurdistanê amadehiyeke tevahî heye ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û çareserkirina giriftan.