Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sekreterê NY: Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd im..Em ji rewşa Efrînê dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûye û ji rewşa Efrînê jî dilgiran in.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Moskowê di panela Kluba Vldayî de axivî û got: “Çend sal berî niha dema li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî postekî min ê din hebû, wê demê min hewl da ligel rêveberiya Sûriyê pirsa Kurdî çareser bikim.”

Guterres herwiha diyar kir, ku di çarçoveya Iraqê de jî wî destpêşxerî kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîzîkbûnek çêbibe û got: “Min hewl da Iraqeke yekgirtî hebe ku tê de berjewendiyên Kurdan parastî bin. Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûm.”

Derbarê Efrînê de Antonio Guterres diyar kir: “Tişta peywendî bi Efrînê ve heye, di wê mijarê de pêbendbûneke rêxistinên me hebû û me karî alîkariya mirovî bighînin wan, bi taybetî jî me alîkarî gihand bajarê Til Refetê. Herçiqas piştgiriyeke sînordar derbarê rewşa Efrînê de hebûbe jî em pêbendê wê yekê ne ku alîkariyê bighînin wan deveran ên ku pêdiviya wan pê hebe. Ji ber hûn jî dizanin li wê herêmê rewş hinekî sînordar e, lê tişta ji destê me tê em dikin, lê dîsan jî derbarê rewşa herêmê de em dilgiran in.”