Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ermenistan 2 kursiyên parlamentoyê daye Kurdan

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Koma Tak a Ermeniyên Kurdistanê, Îrwant Nîsan Markos behsa wê yekê dike ku kursiyê Ermeniyan di Parlamentoya Kurdistanê de pir girîng e û xwedî bandor e, li hember vê yekê jî Ermenistanê jî biryar daye ku 2 kursan di parlamentoya welatê xwe de bide Kurdan.

Ligel nêzîkbûna dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê medyayên Ermenistanê giringiyeke mezin didin pirsa Ermeniyên Kurdistanê, mexasim jî ku li Başûrê Kurdistanê kursiyeke taybet ê Ermeniyan heye û herwiha wek pêkhateyeke girîng li Kurdistan li Ermeniyan tê nerîn, lewma jî Hikûmeta Ermenistanê û welatên cîhanê piştevaniyê li van pêngavên Kurdistanê dikin.

Îrwant Nîsan Markos ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 2 salan me wek nûnerê Ermeniyên Kurdistanê serdana Ermenistanê kir, li wir me pêşniyar kir ku kursî ji neteweya Kurdî re di parlamentoya Ermenistanê de bên diyarkirin, wam jî soz dan ku vê yekê bicîh bînin. Herî dawî jî Parlamentoya Ermenistanê ew yek pesend kir û biryar dan ku 2 kursiyan bikin taybet bi Kurdan, ku yek ji wan kursiyan ji bo Êzdiyan be. Ev pêngava Ermenistanê li hemberî pêngava Başûrê Kurdistanê ye.”