Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurd di nivîsandina destûrê Sûriyê de beşdar bibin


Dihok-KDP.info- Biryar e 8 kesayetiyên Kurd di civînên Cinêfê de beşdar bibin, ku ew civîn taybet dibin bi nivîsandina destûrê Sûriyê.

Îro li Cinêf careke din civînên taybet bi rewşa Sûriyê destpê dikin, vê carê ew civîn dê 2 rojan dirêj bikin û dê derbarê pêkanîna komîteyekê be ji bo nivîsandina destûrê Sûriyê.

Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “8 Kurd ku pispor in di yasayê de, beşdar in di wan civînên Cinêf de, ku 100 kes tê de beşdar in. Herwiha roja 25ê vê mehê dê careke din li Riyaza Siûdiyê bicivin û amadekariyên ji bo nivîsandina destûrê Sûriyê temam bikin.”