Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî gefê li Kurdên Şebek dike

Deşta Neynewa-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlamentoya Iraqê de Salim Şebek dibêje, Heşda Şeibî berdewam e li ser gefên xwe yên li dijî Kurdên Şebek.

Heşda Şeibî hêzek e ku xwe li ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 feriz kiriye û li wir li dijî xelkê binpêkirinan dike, lewma jî xelk ji ber wan direvin û koçber dibin.

Salim Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Şebek bûne qurbanî destê Heşda Şeibî, bi taybetî jî destê lîwaya 30 a Heşda Şeibî, ku ew hêz sivkatiyê bi xelkê dike û ji hemû aliyekî ve zilm û zordariyê li xelkê dikin.”

Şebek wiha got: “Heşda Şeibî bi taybetî rûbirûyê kadir û alîgiriyên PDKê dibe û ev yek nayê qebûlkirin ku sivkatiyê li xelkê bikin û gefê li wan bixwin. Pêwîst e Heşda Şeibî baş zanibe ku jiyana Kurdên Şebek û kadirên me xeta sor e û em qet qebûl nakin ku ew bi vî awayî kar bi me re bikin.”

Wî parlamenterê Şebek wiha domand: “Li navçeyên me Heşda Şeibî gefê li Kurdên Şebek dike û sixêf û xeberên pîs ji xelkê re dibêjin, tenê ji ber ku ew kes PDK û dilsoz in, mexasim jî hêza ser bi Seid Qedo.”