Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

"Li Efrînê xelk êş û azareke mezin dibînin”

Efrîn-KDP.info- Çavdêreke siyasî ji Rojavayê Kurdistanê dibêje, girûpên tundrew ên opozisyona Sûriyê li Efrînê xelkê bi tundtirîn şêwe azar didin. Rêxistina Human Rights Watch jî eşkere dike ku ew çekdar jibilî ku xelkê azar dikin, cih û warên wan jî wêran dikin ji bo ku Kurd venegerin ser mal û halê xwe.

Îsmaîl Şerîf ji malpera KDP.info re ragihand: “Girûpên çekdar li Efrînê cotyarek bi navê Mihemed Îbrahîm girtibûn û bi tundtirîn şêwe ew welatî azar û eşkence kirine. Ew bi xwe xelkê navçeya Xelîlokê ye û li ser karê xwe bû lê ew çekdar lê hatine hev û bi tundtirîn şêwe lê dane. Ew cotyar temenê wî 54 sal e û qet pêwendiya wî bi karê siyasî tune ye, lê girûpên çekdar yên ser bi hêza Sultan Murad ve hatin û bi tundtirîn şêwe lê dan û sivkatî bi wî û malbata wî kirin û heta niha rewşa wî ya tendirûstiyê pir xerab e.”

Li gorî zanyariyên Îsmaîl Şerîf ev karên girûpên çekdar li hemû Efrînê berdewam in û xelk êş û azareke mezin ji destê wan dibînin, ku hefteya borî jî wan çekdaran êrîş kirin ser Cîgirê Serokê Bajêrvaniya Şiyê Ehmed Şêxo û ew jî bi tundtirîn şêwe eşkence kirin û lê dan.

Rêxistina Human Rights di raportekê de behsa Efrînê dike û daxwaz ji rêxistinên mirovî û mafê mirovan dike ku bilez li dijî wan reftarên çekdaran bêdeng nemînin.

Rêxistina Human Rights dibêje, girûpên çekdar gelek li Efrînê hene û malê xelkê wêran dikin û êşeke mezin dighînin xelkê Efrînê lewma jî xelkê ku koçber bûne venagerin ser mal û halê xwe ji ber ku mal û cihê wan wêran dikin.