Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

DAIŞ li Xaniqîn serokê eşîreke Kurdî û hevjîna wî teror kirin

Xaneqîn-KDP.info- Terorîstên DAIŞê li sînorê Xaneqîn serokê eşîreke Kurdî bi navê Serokê Eşîra Hemend û malbata wî teror kirin.

Piştî karesata 16ê Cotmeha 2017ê ku hêzên Iraqê bi alîkariya çend kesan di nava aliyekî Kurdî de û bi alîkariya welatekî navçeyê, karîn navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 dagîr bikin. Ew hêz nikarin navçeyên Kurdistanî biparêzin û piştî ku Hêzên Pêşmerge ew navçe bi xwîna xwe rizgar kirin, êdî careke din li wan navçeyan DAIŞ bihêz dibe û rojane xelkê wan navçeyan teror dikin.

Cîgirê Berpirsê Şaxa 15 ya PDKê li Xaneqîn Ekber Heyder ji malpera KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê di hersê rojê cejnê de jî dest ji karê xwe yê terorîstî bernedan û îro bi rêya danîna bombeyekê Serokê Eşîra Hemewend Aras Ferman Merdan Hemewendî û hevjîna wî teror kirin, ku ew bombe bi otomobîla wî teqandine, di dema ku dixwestin biçin ser erdê xwe.”

Ekber Heyder wiha got: “Terorîstên DAIŞê hêzên xwe kirine partîzanî ji bo karên terorîstî û xelkê gundên Xaneqîn wan dibînin. Êrîş dikin ser welatiyên sivîl û ser hêzên Iraqê. Lê hêzên Iraqê nikarin wek pêwîst rûbirûyê wan bibin.”