Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê: Cejna Remezanê pîroz be

 

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyamekê de Cejna Remezanê li misilmanên Kurdistanê û li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi boneya hatina Cejna Remezanê ya pîroz, em gerimtirîn pîrozbahî li tevahiya misilmanên Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikin. Herwiha em bi taybetî vê cejnê li malbatên serbilind ên şehêdan û Pêşmergeyên qehreman pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku ev cejin bibe cihê xêr û xweşiyê bo hemû aliyan û hander be jî ji bo hewl û karên cidî bi armanca tebayî û yekrêziyê, bo bi destanîna aramî û aştî û xweşguzeraniyê.

Encûmena Wezîran a Kurdistanê

14-6-2018”