Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî cejin li Pêşmerge û malbatên şehîdan pîroz kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de Cejna Remezanê li malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û misilmanên Kurdistanê pîroz kir. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hatina cejna Remezana pîroz li hemû misilmanên xweşdiviyê Kurdistanê, li her cîheke cîhanê bin, pîroz bê.

Germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê û hêzên asayişa navxwe dikim.

Rojî û îbadetên we qebul bê û we cejnekî pir bi aramî û şad hebê.

Mesûd Barzanî
29 ê Remezan 1439 ê Koçî
14.06.2018 Zayînî”