Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî: Yekîtiya Kurdan li Bexdayê pir girîng û pêwîst e

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand yekrêziya Kurdan li Bexdayê pir girîng û pêwîst e, ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bighên nêrîneke hevbeş ji bo parastina destkeftên Kurdistanê û bi destxistina hemû mafên gelê Kurdistanê.

Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê Martn War kir û di wê hevdîtinê de Mîranî behsa biryarên neyasayî û nedestûrî yên Parlamentoya Iraqê kir ku dibêje, pêwîst e dengên derveyê Iraqê û dengên Hêzên Pêşmerge bên hilweşandin, û got: “Hilweşandina dengên Pêşmerge û asayişa Kurdistanê û zeftkirina dengên xelkê Mûsilê, tiştek e ku nedadperwerî ye û berûvajî destûr e.”

Mîranî ragihand: “Yekrêziya Kurdan li Bexdayê pir girîng û pêwîst e, ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê bighên nêrîneke hevbeş ji bo parastina destkeftên Kurdistanê û bi destxistina hemû mafên gelê Kurdistanê. Lewma jî pêwîst e hemû aliyên siyasî bighên xalên hevbeş û pêkve hest bi berpirsyaretiyê bikin û di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin.”

Ji aliyê xwe ve, Martn War spasiya Fazil Mîranî kir li ser vê pêşwaziyê û hêvî xwest ku tevahiya kêşe û giriftan li Iraqê bi lojîk û jihevtêgiheştinê çareser bibin û Kurd jî bi bandor di hikûmeta bê ya Iraqê de beşdar bibin.