Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em kar li ser projeyeke Kurdistanî yekgirtî dikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di civîneke li gel Balyozê Amerîka yê li Iraqê, Douglas Silliman ragihand, aliyên siyasî ji bo pêkanîna hevpeymanî û rêkevtina li ser projeyeke yekgirtî di hewldanê de ne. Mesrûr Barzanî got, acendaya hikûmetê ji me re giring e ne ew kesê ku dibe serokwezîr.

Îro Duşema 11ê Hezîrana 2018ê Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman û şanda pê re kir, ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê, Ken Gross jî di nava şandeyê de bû.

Mesrûr Barzanî û Douglas Silliman di vê hevdîtinê de geşedan û pêşhatên siyasî yên herî dawî yên Iraqê û bertekên aliyên nerazî li hember encamên hilbijartinan nirxandin û amaje bi hewlên ji bo pêkanîna fraksyoneke mezin ji bo pêkanîna hikûmeta nû û yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin.

Mesrûr Barzanî ku hevdem endamê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, di civînê de amaje bi hewlên di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de kir û ragihand: “Hewlên aliyan bo pêkanîna hevpeymanî û rêkevtina li ser projeyeke yekgirtî berdewam e, ji bo ku di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de bi arasteya çêbûn û dabînkirina xwastekên Herêma Kurdistanê, roleke çalak hebe.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha tekezî li ser giringiya prensîpa hevbeşiya rasteqîn û tifaq û hevsengiyê kir û da xuyakirin: “Ji me re acendaya hikûmeta dahatî giring e, ne ew kesê ku posta serokwezîran werdigre.”

Di civînê de behsa gumanên li ser encamên hilbijartinan hat kirin, zêdebarî tekeziya li ser mekanîzma qanûnî ya ji bo nehêlana wan gumanan, hevdem biryara hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê bi zevtkirina mafê dengdanê û bi nedadperwer hat binavkirin.

Herwiha di hevdîtinê de Balyozê Amerîka yê li Iraqê, Douglas Silliman tekezî li ser pêşxistina pêwnediyên du alî kir û berdewambûna gotûbêja navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyan bi baş zanî.