Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Girûpên tundrew mezargehên Êzdiyên Efrînê wêran kirine

 

Dihok-KDP.info- Çavkaniyekê ji nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand ku girûpên çekdar ên ku Efrîn dagîr kirine, tevahiya cihên olî yên Êzdiyan wêran û xera kirine.

Wê çavkaniya ku nexwest navê wî bê belavkirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina wan girûpên tundrew bo Efrînê tevahiya mezargehên Êzdiyan li Efrînê hatine wêrankirin û bi rastî niha metirsiya karesateke din li ser Êzdiyan heye.”

Heman çavkaniyê wiha got: “Heta niha %95ê Kurdên Êzdî ji Efrînê bar kirine û koçberî Herêma Kurdistanê û Libnanê bûne. Ji ber ku ew girûpên îslamî yên tundrew bi zorê ola xwe li ser wan feriz dikin.”