Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pûtîn: Projên me yên li Kurdistanê dê encamên baş bidin

Ajans-KDP.info- Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ragihand ku Rûsya planên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê rewa dibîne û li dijî Bexdayê nîne.

Vladimir Pûtîn bi awayekî zindî li ser medyayê ji gelê Rûsyayê re axivî û di beşeke axaftina xwe de behsa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Peywendiyeke me ya dîrokî û baş li gel gelê Kurd heye, em hunera Kurdî teqdîr dikin û di cîbicîkirina mafên wan ên rewa de em fêm dikin û dizanin ku li Iraqê çi diqewime. Em dibînin ku ew biryar, di encama referandumê de hatine dayîn. Niha em dibînin rêveberên Kurdistanê çawa bi hestiyarî pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ew jî di çarçoveya yekparçeyiya Iraqê de.”

Pûtîn herwiha diyar kir: “Peywendiyên me bi rêveberên Bexdayê re jî hene. Plana me wisa ye ku Iraq û di nav wê de jî Kurdistana Iraqê bi awayekî rewa û berhemdar dibînin. Li gor planên xwe, em naxwazin destwerdanê di pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê de bikin. Berevajî wê, em dixwazin planên me him li gel Iraq û di nav wê de jî li gel Kurdistana Iraqê berdewam bin, ku bi rastî ev proje projeyên gelek baş û berhemdar in. Gelek soz ji me re dane, em hêvîdar in ew soz werin bicihanîn.”