Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera destnîşankirina roja birêveçûna referandumê de, got: “Îro rojeke dîrokî ye. Ez spasiya wan kes û aliyan dikim ku li ser referandumê poşman nebûne û xwe ji ti kesî re neçemandine.”
Par wek îro 7-6-2017 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi serperiştiya Serok Barzanî civiyan û biryar dan ku roja 25ê Îlonê referanduma serxwebûna Kurdistanê bikin.
Îro 7-6-2018 Serok Barzanî di salvegera wê roja dîrokî de, li ser malpera xwe ya civakî de peyamek belav kir û ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Îro rojeke dîrokî ye. Roja destnîşankirina roja referandumê ye. Ez spasiya wan kes û aliyan dikim ku li ser biryarardan û beşdariya di referandumê de poşman nebûne û xwe ji ti kesî re neçemandine.”