Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK aramî li navçeyê sînorî yên Herêma Kurdistanê nehiştiye

 

Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyek dibêje, PKK bi gotina kesî nake û dixwaze tişta ku li Şingalê kir li hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê bike. Herwiha dibêje, ev erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan e ku ligel Bexdayê biaxive ji bo ku pirsa PKKê li sînorên Herêma Kurdistanê çareser bike.

PKK li sînorên Qendîl û Sîdekan dest bi tevgerê kirine û sînorên xwe berfireh kirin. Endameke Komîteya Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Gelek xelk li sînorên Başûrê Kurdistanê ji ber PKKê koçber bûne ji mal û gundên xwe, ku rewşa wan têk çûye, lewma jî pêwîst e Bexda derbarê hebûna PKK li wan navçeyan bêdeng nemîne.”

Jibilî ku PKK 500 gundên Başûrê Kurdistanê dagîr kiriye, herwiha li sînorê qezaya Rewandiz beriya çend rojan 3 ciwan revandine. Ew jî wek çawa beriya niha jî ew kar kiriye û li navçeyên Başûr welatî revandine. Li hinek navçeyan jî xalên kontrolê danîne bac û gumrikê ji xelkê distînin. Vê yekê jî pirsgirêk ji xelkê re û ji bajêrvaniyên Hikûmeta Kurdistanê re derxistine, ku nikarin biçin wan navçeyan û li wir karê xizmetê bikin. Herwiha ti rêxistineke civaka sivîl jî nikare biçe wan navçeyên bin destê PKKê û li wir kar bike, ji ber ku metirsî li ser wan heye.

Parlamenterê Kurdistanê û Endama Komîteya Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê Awaz Hemîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Giriftên ewlehî ji welatiyên Herêma Kurdistanê yên ser sînor ji ber PKKê çêbûye, ji ber ku PKK destê xwe daniye ser wan navçeyan bi zorê. Ew navçe ser bi Herêma Kurdistanê ve ne lê deselatê Hikûmeta Kurdistanê li ser wan navçeyan tune ye. Ji ber ku çekdarên PKKê li wir in û em jî naxwazin şerê birakujiyê ligel wan bikin. Lê pêwîst e PKK ji wan navçeyan derkeve. PKK li wir tenê dagîrkarî nekiriye, lê belê bac û gumrikê ji xelkê Başûr distîne. Gumrikê ji xwediyê mêşên hingiv û ji koçeran distînin. Xelk gelekî ji wan dilgiran in.”

Awaz Hemîd Efendî wiha got: “Ev çend sal e ku em dibêjin bila PKK ji navçeyên Başûrê Kurdistanê derkeve, lê bi gotina kesî nakin û dixwazin tişta ku li Şingalê kirin li hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê bikin. Lewma jî niha ji erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku ligel Bexdayê biaxive û çareseriyekê ji wê pirsa PKKê re bibînin, ji ber ku di dawiyê de ew sînor her sînorê dewleta Iraqê ye.”

Wê parlamentera Kurdistanê wiha domand: “PKK îdareyeke cuda ji xwe re ava kiriye û xelkê dadgeh dikin, lewma jî pêwîst e aliyên pêwendîdar û hikûmeta Bexda xwedî helwest bin li hemberî wan binpêkirinên PKKê, ji ber ku nabe PKK bi kêfa xwe tişa ku bixwaze bike.”