Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî daxwaza danîna çekan ji hêza Heyder Şeşo dike

 

Şingal-KDP.info- Fermandeyekî Hêza Parastina Êzîdxanê ya ser bi Heyder Şeşo dibêje, îro hêzên Heşda Şeibî li Şingalê ji wan re gotine divê hûn çekên xwe teslîmî me bikin.

Selam Şingalî fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Heşda Şeibî li nava Şingalê bi hênceta ku hêza me ne di bin destê Heşda Şeibî de ye, divê em çekên xwe deynin. Me jî ji wan re got, me çekên xwe li hemberî DAIŞê dananîn, çawa emê ji bo deynin.”

Selam Şingalî dibêje: “Em û xelkê Şingalê razî nabin ku çekên Hêza Parastina Êzîdxanê radestî Heşda Şeibî bikin, û em wê yekê qebûl nakin.”

Derbarê vê pirsê, Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev nûçe rast e û gelek caran ev yek çêbûye, ji ber ku Heşda Şeibî û hêzên Iraqê kesî ji xwe pê ve qebûl nakin.”

Qadir Qaçax wiha got: “Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li Şingalê xwe wek hêzeke şeriî û rewa dibînin, lê ew bi xwe jî dizanin ku hebûna wan nerewa ye. Herwiha li gel hatina wan valahiyeke ewlehî li Şingalê çêbûye.”