Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK 3 ciwan ji qeza Rewandiz revandine

 

Rewandiz-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Soran Elî Ewnî dibêje, PKK li qeza Rewandiz a navçeya Soran 3 welatî revandine û heta niha çarenivîsa wan nexuya ye.

PKK berdewam pirsgirêkan ji xelkê Başûrê Kurdistanê yên ser sînor derdixe û gundên wan bi zorê dagîr kirine û xelkê wan gundan direvînin. Herwiha ji ber hebûna PKK li wan navçeyan Tirkiye berdewam navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û herî dawî hêzên xwe yên leşkerî jî şandine nava axa Herêma Kurdistanê.

Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK 3 welatiyên nahiyeya Wertêy ya ser bi Rewandiz revandine. Ew welatî ji bo danheva giyayê ku wek derman tên bikaranîn, çûbûn ser çiya, lê ji aliyê PKKê ve hatine girtin û hêj çarenivîsa wan nexuyaye.”

Ewnî wiha got: “Dîvdeçûn berdewam in ku ew hersê kes ji destê PKKê bên derxistin û rizgarkirin.”

Navê wan hersê kesan ev in: Umer Ebdulah Mehmûd, Helgurd Hemedemîn Ebdulah û Dana Xidir Hemze.