Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Dr. Aras Heso dibêje, piştî ku şanda PDKê ji Bexdayê vegeriya biryar e vê hefteyê ligek YNKê bicive, ji bo ku pêkve ligel aliyên Iraqî gotûbêjan bikin derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê.

Şiwan Mihemed Taha ku Berpirsê Şaxa PDKê ya li Bexdayê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Civîn berdewam dibin û emê biçin Bexdayê û şandên aliyên Iraqî jî dê serdana Kurdistanê bikin. Tê çaverêkirin ku hefteya bê gotûbêj ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê gerimtir bibin. Lê pêwîst e em aliyên Kurdistanî hemû pêkve kar bikin û helwesteke Kurdistanî bibin Bexdayê û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanî biryarê li ser bide.”

Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Dr. Aras Heso jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku şanda PDKê ji Bexdayê vegeriya biryar e vê hefteyê ligek YNKê bicive, ji bo ku pêkve ligel aliyên Iraqî gotûbêjan bikin derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha ji bo ku PDK û YNK xwedî yek helwêst bin.”

Dr. Aras Heso derbarê aliyên din ên Kurdistanî jî wiha got: “Wan partiyan hêj biryara xwe nedane ku dê di proseya siyasî ya Iraqê de dê beşdar bibin yan na. Dema ku ew biryar bidin emê hewl bidin ku gotûbêjan ligel wan jî bikin, ji ber ku em dixwazin hemû aliyên Kurdistanî bi yekdeng û yekhelwêst biçin Bexdayê.”

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger Kurd bi yekgirtî biçin Bexdayê dê destkeftên zêdetir bidest ve bînin.”