Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Peyama Serok Barzanî ya ji bo raya giştî: Belê, em xwe naçemînîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Niha ku hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê hate kirin, rewşeke nû hatiye holê. Hêvîdarim Hewlêr û Bexda dûrî li demargîrî û girjiyê, pêdaçûnekî nû bi peywendiyên xwe da bikin û ev hilbijartin destpêka qonaxekî nû bê ji bo her dû aliyan.

Sedema serekî ya hemû gîr û giriftên berê û biryara gelê Kurdistanê ji bo encamdana referandûmê vedigerê ser pabendnebûna hikûmeta Bexda bi destûrê û li dîbaçeya destûr da jî bi rûnî hatiye ku "Iltizam bi heze eldestur îhfiz el Iraq attihade alhûr şa'ba welriz û siyade". Eve amajeyeke gelek rûne ku Iraq li yekîtiyeke arezûmendane pêkhatiye û bi vê yekê jî referandûm û mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî destûrî û sirûştî ya gelê Kurdistane.

Pêwîste piştî sed sal ezmûna pir li karesat ew bawerî li Bexda dirust bibê ku êdî dijayetiya mafên gelê Kurdistanê nekin û li doza rewaya gelê Kurdistanê têbigihin. Niha derfetekî başe ku aliyên dest bilindên Iraqê bi wê ruh û helwesta ku destûr li ser hatiye binyatnan muamele li gel maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê bikin. Pêwîst bû hikûmeta Bexda kar ji bo qerebûkirina gelê Kurdistanê bike neku wê ablûqe bide û sizaya bi komel li ser da bisepêne. Hikûmeta Iraqê divê qerebûya enfal û kîmyabaran û wêrankirina gûnd û dêhatan û koçberkirina xelkê Kurdistanê bike ku li qonaxên pêşî da û li vê dawiyê jî li Kerkûk û Duz û cihên din dijî gelê Kurdistanê hatin encam dan.

Me pê başe ku bi diyalog li gel Bexda berdewam bîn heta digihîne encamek. Tu demekî bijardeya me bijardeya şer nebûye. Mixabin herdem û li hemû qonaxên derbasbûyî de ewe Bexda bûye ku şer hilbijartiye û me jî berevaniyê kiriye bi rûdanên piştî 16 cotmehê ve jî ku herdem û berî referandûm û piştî referandûmê jî raya me wiha bûye giriftan dûrî tundutîjiyê çareser bikîn û peywendiya me li gel Bexda aştiyane bê. Li gel eve da jî ew rastiya ku bi zora çek û xwesepandinê li Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên dinê derveyê îdareya Herêmê dirust bûye pêwîste bi dawî bê û dîrok selmandiye ku .. Belê, em xwe naçemînîn.. û bi zimanê çek û zorê li dijî gelê me, îradeya gelê Kurdistanê li tu demekî neşikaye û naşikê.

Di derbarê encama hilbijartinan jî hinek nîgeranî û guman li proseya hilbijartin û encamên wê da heye. Ji bo nehiştina guman û nerezayiyan pêwîste Komîsyona Serbixweya Hilbijartina Iraqê hengavên pêwîst bavêje ji bo revandina gumanan û baweriyê ji bo aliyên neraziyan dirust bike.

Gelê Kurdistanê qurbaniyeke bê hejmar daye û ew destkeftên niha hene bi xwîna hezaran şehîdan hatiye holê. Niha jî ku qonaxekî nû li holê daye û hilbijartin hatiye kirin û ji bo wê yekê ku xwîna şehîdên me bi vala neçê û destkeft bêne parastin, pêwîste aliyên Kurdistaniyan berjewendiya niştîmanî bixin pêşiya berjewendiya hizbî û hemû aliyek pêkve bin û berjewendiya xelkê Kurdistanê nekin qurbana hinek destkeftên demkî û siyasî û hizbî. Divê li wê yekê têbigihin ku eger Kurdistan hemû yekdeng bê dikarin destkeft û mafan biparêzin û eger berbelav bîn ewe Kurdistan jî lawaz dibê. Hemû ezmûn ji me re dibêjin ku eger pêkve bîn, karên mezin û destkeftên mezin pêktên û eger jî berbelav bîn doza rewaya gelê me ziyanê dibîne û paşve dikişe û ked û qurbanîdana gelê Kurdistanê bi vala diçê. Her ji bo eve jî daxwaz dikim aliyên Kurdistaniyan vê carê li Bexda pêkve bin û yekrêz bin.

Li dawiyê de spasî endam û kadîr û alîgir û dostên PDK û hemû zarok û gedeyên dilsozên gelê Kurdistanê dikim ku nehiştin heza neyaran û nehezan pêkbê.

Silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên nemir

Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman

Mesûd Barzanî