Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mcgurk: Pêwîst e Kurd li Iraqê bihêz bin..Bê Kurdistanê hikûmeta Iraqê ava nabe

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka Brett Mcgurk civiya û di wê hevdîtinê de Mcgurk ragihand ku li gorî siyaseta Amerîka pêwîst e Herêma Kurdistanê li Iraqê bihêz û bi bandor be û bê Herêma Kurdistanê hikûmeta Iraqê pêk nayê.

Îro Çarşema 16.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê li Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê kir û ligel civiya.

Di vê civînê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka birêveçûna hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li gelê Kurdistanê û Serok Barzanî pîroz kir û ji bilî balkişandina ser rola girîng û dîrokî ya Serok Barzanî li Kurdistan û Iraq û navçeyê, ragihand ku siyaseta welatê wan ew e ku pêwîst e Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên Iraqê de bihêz û bibandor be û daxwaz jî kir ku peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê li hemû waran de berdewam bimîne û bê berfirehtirkirin.

Her di vê civînê de proseya siyasî ya Iraqê û encama hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û rola Herêma Kurdistanê di aramiya siyasî de hate nirxandin û ronahî jî xistin ser egerên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê û tekez jî li wê yekê kir ku bi bê beşdariya çalak û rastî ya Herêma Kurdistanê, hewlên ji bo pêkanîna hikûmetê û dirustbûna aramiyê serî nagrin