Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û El-Cerba rewşa Sûriyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Paşaroja Sûriyê Ehmeh El-Cerba kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehî ya Sûriyê hat gotûbêjkirin.

Roja çarşem 16.05.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Ehmed El-Cerba Serokê Tevgera Paşaroja Sûriyê (Teyarî Xeddî Sûriyê) kir.

Di wê hevdîtinê de Serokê Tevgera Paşaroja Sûriyê pîrozbahiya serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kir li hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî li çareserkirina kêşeyên Iraq û navçeyê, tekez jî li ser pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê kir û ragihand ku peywendiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexda de dê bandorê li ser baştirbûna asayîşa navçeyê bike.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasî Serokê Tevgera Paşaroja Sûriyê kir û balkişand li ser derencamên hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û eve jî ragihand ku bi sedema hilbijartinê ve rewşeke nû hatiye holê û piştî hilbijartinan ewê ku ji bo Herêma Kurdistanê cihê girîngî û yek alîkere helwesta aliyên Iraqiyên serketiye beranber maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê.

Rewşa siyasî ya Sûriyê û pêşhatên emnî û siyasî yên dawî ya wî welatî mijareke dinê vê civînê bûn.