Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 56emîn salvegera Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê di peyamekê de pîrozbahî li hemû Kurdistanê kir.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Sekreter û Endamên Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê

Silav û rêz

Bi helkefta salvegera pencih û şeş saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we û hemû mamostayên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftina zêdetir bo we dixwazim.

Mamostayên Kurdistanê li gel erkê pêgihandina nifşeke hişyar ji bo gelê xwe, li xebata rizgarîxwaza neteweyî da serbilindane mil bi milê Pêşmerge li sengera berevaniyê da bûne û dehan şehîd pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Bi rêya yekîtiya we, spasî helwest û îrade û dilsoziya hemû mamostayên Kurdistanê dikim beramber wê tehemul kirina rewşa sext û dijwar û berdewambûna li erkê pîrozê ser milê wan de.

Em li bendê ne mamostayên Kurdistanê, zarok û gedeyên me bi hêviyeke binyadnerane û bi perwerdeyekî pêşketiyane bi zanist û evîna welat ve perwerde bikin.


Her şad û serkeftî bin

Mesûd Barzanî
15.05.2018”