Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amerîka: Pêwîst e Kurd yekdeng biçin Bexdayê

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîka Brett McGurk civiyan û behsa qonaxa piştî hilbijartinên Iraqê kirin û şanda mêvan got ku pêwîst e partiyên Kurdistanê bi yekdengî gotûbêjan ligel aliyên Iraqê bikin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.

Îro Dûşema 14-5-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê yê bo şerê dijî DAIŞê Brett McGurk û şandeke pê re kir ku ji balyozê Amerîkayê yê li Iraqê û konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê pêk hatibû.

Di civînê de şanda mêvan ji ber derbaskirina prosesa hilbijartinê bi awayekî demokratîk spasiya xelkê Kurdistan û Iraqê kir û got ku pêwîst e aliyên Kurdistanî bi yek deng li gel hêzên din ên serkeftî roleke serekî bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê bilîzin û pêwîst e parlementerên Kurd jî pêdagirî li ser mafên gelê Kurdistanê bikin.

Di beşeke din a civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî diyar kir ku rêjeya beşdarî kirina welatiyên Kurdistanê di hilbijartinên Îraqê de li gor bajarên din yên Iraqê gelek zêde bûye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku pêwîst e aliyên serkeftî yên Kurdistanî û Iraqê ji niha ve dest bi gotûbêjan bikin ji bo damezrandina hikûmeta nû.