Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berpirsê PDKê li Xaniqîn: Sextekariyeke mezin hatiye kirin..Kursiyek ji Kurdan hatiye stendin

 

Xaniqîn-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Xaniqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku li cem wan jî di hilbijartinan de sextekariyeke mezin hatiye kirin û gilî kirin ji ber ku vê encamê qebûl nakin.

Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Em nerazî ne ji wê encama ku hatiye aşkerekirin, ji ber ku sextexariyeke mezin hatiye kirin. Eger sextekarî ji aliyê partiyeke Kurdistanê nehatiba kirin dê dengê me 2 qasî yên niha bana, lê sextekarî bi pilan û bername hatiye kirin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Tevî ewqas sextekarî, lê me 9 hezar û 500 deng bidestve anîn, lê ew aliyê ku 25 hezar deng aniye, eger ne ji sextekariyê ba dê tenê 5 hezar deng anîbana, lê bi wê sexteqariyê dengê Kurdan kêm bûye.

Şêx Mistefa wiha domand: “Ji ber wê sextekariyê jî kursiyek ji destê Kurdan çûye û emê li dijî wan gilî bikin.”