Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên duhî de li ser asta Herêma Kurdistanê û Mûsilê jî dengê herî zêde bidet xistiye. Hoşyar Zêbarî jî dibêje pêwîst e aliyên Kurdistanî beriya ku biçin Bexdayê xwe bikin yek û eger em wê yekê nekin dê gelek tiştan jidest bidin.”
Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re ragihandiye: “PDK yekem e li ser asta Herêma Kurdistanê, û me gelek deng li Hewlêr û Dihok û Mûsilê bidestve anîne.”
Zêbarî wiha got: “Ew pirsgirêk û sextekariyên ku li Silêmanî û Kerkûkê çêbûne pêwîst e bi rêyên yasayî bên çareserkirin û pêwîst e Komîsyona Bilind a Hilbijartinan bi wî karî rabe.”
Hoşyar Zêbarî wiha domand: “Ez bawer nakim hikûmeta Iraqê zû bê pêkanîn. Em li Kurdistanê jî pêwîst e aliyên Kurdistanî beriya ku biçin Bexdayê xwe bikin yek û eger em wê yekê nekin dê gelek tiştan jidest bidin.”