Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK ji hilbijartinên Silêmaniyê bi guman e..Destkariya dengan hatiye kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê li ser proseya hibijartinan li Silêmaniyê peyamek belav kir û tê de ragihand ku gumana wan ji wê proseyê heye û dibêje, destkariya dengan hatiye kirin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Li gorî zanyariyên destpêkê û li gorî dengên PDKê, li parêzgeha Silêmaniyê û li bajar û bajarokên din ên wê parêzgehê, gelek guman li cem me çêbûne, ku bi awayekî bi pilan destkarî di dengên xelkê de hatiye kirin. Herwiha veguhestin û birna sinduqan ji navendên dengdanê dîsa guman li cem me çêkiriye ku destkariya dengan hatiye kirin di sûda aliyekî siyasî de.

Hêjayî gotinê ye ku herwiha aliyên din ên siyasî jî bi guman in ji paqijiya proseya hilbijartinan li Silêmaniyê.

Lewma em wek PDKê radighînin ku encamên ku li Silêmaniyê hatine ragihandin nayên qebûlkirin, em daxwaz dikin ku kaxezên dengdanê bi destan bên hijmartin û eger proseya hejmartina dengan li tevahiya Kurdistanê bi destan bê hijmartin dê baştir be, ji bo ku guman li cem kesî nemîne û ji bo ku ewlehî û aramiya Kurdistanê parastî be.

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê”