Silêmanî-KDP.info- Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî – Helebçe Şêx Edhem Barzanî dibêje: “Em gihîştine wê baweriyê ku li Silêmanî û Helebçe amûrên dengdanê hatine hakkirin û em daxwaz dikin deng bi destan bên hijmartin.”
Şêx Edhem Barzanî ji Rûdawê re ragihandiye: “Ew dezgehên sîstema ku ji bo hilbijartinan li Silêmanî û derdora wê hatiye danîn bi awayekî pilankirî hatiye hakkirin û hiştine deng ji aliyekî bi tenê re biçin.”
Şêx Edhem wiha got: “Em bi belge dizanin ku sextekarî di dengan de hatiye kirin û em wek PDK gihîştine wê baweriyê ku amûrên dengdanê bi wan hatiye lîstin û encam hatine guhertin.”