Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Edhem Barzanî: Êdî em terora hizrî li dijî PDKê qebûl nakin û emê li wan gilî bikin

Silêmanî-KDP.info- Berpirsê Encumena Rêveberiya PDKê li Silêmanî – Helebçe Şêx Edhem Barzanî ragihand ku li Silêmaniyê rêgirî li kadirên PDKê tê kirin ku di hibijartina îro de beşdar bibin. Herwiha got ku êdî terora hizrî ya li dijî PDKê li Silêmaniyê nayê qebûlkirin.

Di konfranseke rojnamevanî de li Silêmaniyê Edhem Barzanî ragihand: “Emê li wan hêz û aliyan yên ku rêgirî li kadirên PDKê kirine, gilî bikin. Ji ber ku nehiştine kadirên me dengê xwe bidin û êrîşî wan kirine.”

Edhem Barzanî ji Kurdistanê TV re jî ragihandibû: “PDK qet qebûl nake ku sivkatiyê pê bikin. Herwiha kadir û pêşmergeyên PDKê piştrast kirin ku ew bêrêzî û êrîşa ser wan û ew rêgiriya ku li wan hatiye kirin ji bo ku dengê xwe nedin, nayê qebûlkirin û bê bersiv namîne û emê li wan gilî bikin û me Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ji karên wan agahdar kirine. Êdî ev terora hizrî ya li dijî PDKê nayê qebûlkirin.”