Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Silêmaniyê rêgirî li pêşmerge û polîs û alîgirên PDKê tê kirin ku dengê xwe bidin

Silêmanî-KDP.info- Li parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê wan hêzên ewlehiyê yên ku parastina bingehên dengdanê dikin, rêgirî li pêşmerge û polîsên ser bi PDKê tê kirin ku biçin bingehên dengdanê û dengê xwe bidin û gefê li wan dixwin.

Ji Silêmaniyê, pêşmergeyê ser bi PDKê ve Seywan Namiq Eskender ku li pêşiya Mekteba Rûnakî li hêviya dengdanê bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên ser bi YNKê ve, rêgiriyê li pêşmergeyên ser bi PDKê dikin ku biçin nava mektebê û dengê xwe bidin.”

Seywan Namiq wiha got: “Ew hêza YNKê ku bi serperiştiya emîdek û kesekî bi navê Hemesewz e, rêya li pêşiya mekteba Rûnakî girtine û her pêşmergeyekî PDKê ku dema derbasbûna wî tê, wî derdixin û nahêlin biçe mektebê û dengê xwe bide.”

Li gorî Seywan Namiq, wê hêza YNKê li çend pêşmergeyên PDKê dane û herwiha rojnamevaneke Kurdistan TV jî lêdan xwariye. Herwiha alîgirên PDKê jî rastî astengî û rêgiriyan dibin da ku dengê xwe nedin PDKê.