Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xaniqîn.. Çekdarên Heşda Şeibî li kandîdekî PDKê dan

Hewlêr-KDP.info- Îro danê sibehê û ser rêya Xaniqîn – Seidiye, çekdarên Bedir ên ser bi Heşda Şeibî ve êrîş kirin ser kandîdê PDKê Îrfan Sedulah û ew birîndar kirin.

Îrfan Sedulah kandîdê hejmare 11 yê lîsta 184 a Pdkê ye li parêzgeha Diyala ji malpera Kurdistan TV ragihand: “Ez li ser rêya Seidiye bûm, lê ji aliyê Şêrko Ezîz kandîdê lîsta Fetih a ser bi hêza Bedir ve û ji aliyê çekdarên wî ve hatim rawestandin û ez ji otomobîlê hatim daxistin û êrîş kirin ser me. Bê ku tiştrkî bêjin, tevî ku min ji wan re got ez kandîdê PDKê me.”

Li gorî wî kandîdê Pdkê li Diyala, ew çekdarên ku êrîş kirine ser wî, 20 çekdar bûn.