Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Heta PDK hebe, Kurdistan dê parastî be..PDK serxwebûn avêtiye ser milê xwe

 

Zaxo-KDP.info- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand ku PDK yekem e û dê yekem bimîne, PDK roj bi roj serkeftinên mezin bi dest xistine û dê di pêşketin û bidestxistina destkeftên mezin de berdewam bibe. Mesrûr Barzanî tekez dike, heta ku PDKê hebe, hebûna Kurdistanê dê parastî bibe û plana ti kesî ya têkdana hebûna Kurdistanê dê ser nekeve.

Mesrûr Barzanî îro çarşemê (09-05-2018) li stada Zaxoyê ji bo nasandina namzedên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo hilbjartinên Parlementoya Iraqê gotarek pêşkêş kir û di beşeke axaftina xwe de diyar kir ku divê kesên dibin parlementerên li Parlementoya Iraqê ew kes bin ku mafên xelkê Kurdistanê biparêzin û berevaniya Kurdistanê bikin.

 

Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir ku her kes dizane bi dirêjahiya dîrokê ji bo bi destxistina mafê çarenûsa miletê me û ji bo yeksanî û rizgariya milet û axa me şoreş hatine kirin. Şoreş ji bo îmtiyazan nebûne, Pêşmerge ji bo wê yekê nebûye ku îro çavê wan li îmtiyaz û pile û post û payeyan bin li paytexta ti dewleteke din, tenê ji bo bidestxistina mafê neteweya Kurd û parastina axa Kurdistanê ye. Mesrûr Barzanî got: “Ji ber vê yekê li hember xwîna şehîdan û pêşmergeyên me, divê em wefadar bin. PDK serxwebûn avêtiye ser milê xwe.”

Di gotara xwe de Mesrûr Barzanî behsa encamdana referandumê jî kir û ragihand ku “referandum ji bo wê yekê bû ku dengê miletê Kurd bigihîje hemû dinyayê û were nîşandan ku miletê me çi dixwaze. Referanduma me bi ser ket, çimku zêdetirî %92.7ê xelkê Kurdistanê dengê xwe dan. Kesên ku dibêjin referandumê şikest xwariye, wan bi xwe şikest xwarine, çimku serkeftina herî mezin a dîroka Kurdistanê serkeftina referandumê bû”.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku bi rêya vê hilbijartinê dixwazin namzedên PDKê hilbijêrin daku biçin Bexdayê û li wir li ser bingeha destûra Iraqê mafên netewî û niştimanî yên xelkê Kurdistanê biparêzin û diyar kir ku “bi piştevaniya Xweda, bi piştevaniya xelkê Kurdistanê û piştevaniya cenabê Serok nîşanî hemû nahezan didin ku PDK yekem e û dê her yekem bimîne”.

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî behsa wê yekê jî kir ku ti beşeke Iraqê weke Kurdistanê pêşketî nîne û tekez kir ku nahêlin ti kesek rê li ber pêşketina Kurdistanê bigre û ti car xwe li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bêdeng nakin.