Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Xwe bigihînin hawara xelkê Çiyayê Şingalê

 

Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî û konsulxaneyan dike ku xwe bigihînin hawara awareyên ser çiyayê Şingalê, ku ji ber lehiyê di rewşeke xirab de ne.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihandiye: “Ji ber barana bihêz a li ser çiyayê Şingalê beşeke mezin a awareyên Kurdên Êzdî yên niştecihên ser çiyayê Şingalê (Serdeşt) zirar û ziyaneke mezin dîtine. Bi sedan malbat hemû kelûpelên li nav mala xwe ji dest dane, lewma jiyana wan giran bûye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Bi mebesta bihawarçûna wan, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê, rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî û konsulxaneyan daxwaz dike ku xwe bigihînin hawara xwişk û birayên Kurdên Êzdî yên ser çiyayê Şingalê. Ji bo vê mebestê jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji aliyê lojîstîk û gihandina alîkarî û dabeşkirina wan bi ser zirardîtiyan de amadebûna xwe nîşan dide, daku rewşa wan ji niha xirabtir nebe.”